RİYA AZADAN
Pir gİrane lo heval, bavê te mir, tu ne limal
Bavê ku, te xwedîkir, bi nazdarî bi şekir
Rojên paşî û dawî, tû ne bûye li ba wî
Çav li rê bu, li derî, belkî nişka tu werî
Tû li ber serî runenişt, xwêdan ji ru nemalişt
Dil u xatir jê nexwest, te maç nekir hed u dest
Nebarandin te hêsir, li ser hinarkên şêrintir.
Pêre neçu ser gorê, mala paşîn li dorê
Min jî wek te wendakir, dê bav bira û agir
Ji ber Turanperestan, bune xwînu ji Kûrdîstan
Me hev nedît carek din, gorê ew giş revandin
Ev bîst salê sergerdan, dixim kulan û derdan
Min tengî u talî kişan ji her alî
Lê belê hêvî nebum heç, min berneda şopu rêç
Maçî bikim tiştê çû, lê nagerim nadim dû
Eve rîya azadan ne rev heye ne bazdar.
Sistî nabe li ser wê, ev bexd ji me wa dibê
Her namîne dem weşan, wê bê roja wan kesan
Ev tûleyên bi yek pûl, ji dolara buye qûl
Naçar ewê bimrin, ji bîr nabe çi kirin
Bê mezelû gorû kêl, bibin tune kû hay pêl
Hew bi tenê ev welat, deştû çîya taht û lat
Û ew gelê ku em jê cewher bêzarû kejê
Naçe namre tu caran, ne bi’ kuştinê, ne bi’ daran
Gerek jê re bi yek can em pêwan bin bê razan
Biparêzin ji dujmin, bi te bi wî u bi min. “1960”
(Kaynak: DERİK TARİHİ-1 Yazar:EYYÜP GÜVEN)